Silêman Oso: Şanda Kurdî di demeke nêzîk de diçe Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso radigihîne, piştî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, dê di rojên nêzîk de şandek bê avakirin, ji bo danûstandinê bi Şamê re bike.

Silêman Oso li ser karvedanên derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de, ji K24ê re ragihand, piştgiriyên mezin a ji hemû çînên milleta Kurd li Kurdistana Sûriyeyê, her weha piştgiriya ji aliyên Kurdistanî û di serî de Serok Mesûd Barzanî hebû û beşdariya nûnerê cenabê wî di konferansê de, cihê dilxweşî û hêviyê ye.

Silêman Oso destnîşan kir: “Cara yekê ji roja damezrandina yekemîn partî di Kurdistana Sûriyê de, konferanseke wiha bi hemû aliyên wê yên siyasî, sazî û civaka sivîl, hemû çînên civaka me tê de amade dibe, lidar dikeve û hemû li ser yekhelwesta Kurdî, yeknerîna Kurdî, ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê lihev dikin. Ev serkeftineke gelekî mezin e.”

Derbarê helwesta Şamê û çawaniya danûstandina bi desthildariya li Şamê re, Silêman Oso got: “Ya giring ew e ku me nêrîna xwe kire yek ku em çawa pirsa Kurd li Sûriyeyê çareser bikin. Gava duyem jî em ê şandekê ava bikin û dê biçe Şamê danûstanan bike û doza Kurdî deynin ser maseya Şamê. 

Herwiha got: “Em ti astengiyan nabînin, me lihev kiriye ku ev şande dê bi çi rengî be, ew kesên tê de kî ne? Ew şande dê di rojên nêzîk de were pêkanên û têkiliyan bi Şamê re bikin ji bo ku rê bibînin ku em û wan bi çi rengî em karibin bi hevdu re guftûgoyan bikin.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê amaje bi wê jî kir, şande dê nêzîkî neh kesan be û dê ji gelek partiyên din jî tê de hebin. Anko ji ENKS, PYNK û aliyên din jî tê de cihê xwe bigirin.

Li ser helwesta Amerîkî û Fransî, Silêman Oso got: “Ew ji xuleka yekem ve piştgir in. Fransî jî bi xurtî piştgir in û rola wan a giring di lidarxsitina konferansê û gihîştina bi yekrêzî û yekhelwesta kurdî hebû. Nûnerên wan di konferansê de amade bûn û pîroz kirin. Amerîka, Fransa, Ewropa û hemû aliyên din tekezî li ser yekîtiya Sûriyeyê dikin, dema ew piştgiriya yekîtiya kurdan dikin, anku ew piştgiriya yekîtiya Sûriyeyê jî dikin.”

Silêman Oso tekezî li ser wê yekê kir, ev rêkeftineke siyasî, wan li ser çawaniya çareseriya pirsa Kurd di Sûriyeyê de rêkeftine. Lê wan behsa pirsa hevparî û beşdariya di îdareya navçeyan de nekirin û diyar kir jî ku ew pirs ji bo qonaxên di pişt re hatiye hîştin.

Derbarê peyama Serok Barzanî de, Silêman Oso got:“Peyama Serok Barzanî diyar bû, nameyeya cenabê wî di konferansê de hat xwendin. Got, em piştgirê we ne. Pêwîst e hûn bi xelkê xwe re, bi Şamê re, lihev bikin ji bo çareserkirina doza milleta Kurd.”

 
Fly Erbil Advertisment