Mîrê Êzidiyan: Pir girîng e dîrok û çanda Êzidiyan bi awayekî zanistî were diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzidiyan tekezî li ser girîngiya diyarkirina dîrok û çanda Êzidiyan bi şêweyekî zanistî dike û herwiha daxwaz dike ku di kabîneya bê ya hikûmetê de, rola Êzidiyan hebe.

Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Beg îro 29ê Nîsanê di gotarekê de li Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Êzidiyan li Dihokê, ragihand: “Lidarxistina kongreyên zanistî û akademîk ên bi vî rengî, ji bo naskirin û diyarkirina rastiya dîrok, cografya û çanda Êzidiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê, gelekî girîng e.”

Mîrê Kurdên Êzidî di gotara xwe de daxwaz kir, di kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, roleke berbiçav a Êzidiyan hebe û postên girîng ji wan re bên dayîn.

Li gorî gotina Mîr Hazim Beg, “Ji destpêka damezrandina Navenda Laliş a Rewşenbîrî û Civakî ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berdewamî piştgirî lê kirine.” Herwiha got: “Vê navendê di salên borî de karîbû xizmeteke gelek baş pêşkêşî Êzidiyan bike.”

Îro 29.04.2025an, bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Êzidiyan (Ol, Çand, Dîrok, Cografya) dest pê kir û dê heta sibe Çarşemê, 30.04.2025, berdewam bike.

Konferans ji aliyê Navenda Laliş a Rewşenbîrî û Civakî û (Zanîngeha Dihokê ve li Navenda Konferansan a Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin.

Ev yekemîn konferansa zanistî ya navdewletî ye derbarê Êzidiyan de. Bi dehan lêkolîn hatine amadekirin û lêkolîner ji 11 welatan beşdarî konferansê dibin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment