Viyan Dexîl: Hikûmeta Iraqê doza Êzidiyan piştguh xistiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endameke Parlemena Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê bi salan e pirsa Êzidiyan paşguh xistiye.

Endama Parlementoya Iraqê û Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl îro 29ê Nîsanê di Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Êzidî (Ol, Çand, Dîrok, Cografya) de li bajarê DIhokê ragihand: “Li Parlementoya Iraqê ti giringî bi Êzidiyan nayê dan û ji bo wan ne girîng e.”

Herwiha got: “Xelkê li başûrê Iraqê heta sala 2014an nedizanîn Êzidî çi ye. Dema min digot ez Êzidî me, parlamenterên wê derê matmayî diman û nedizanîn, wan dipirsî 'Êzidî çi ye?'. Piştî sala 2014an, ji ber jenosîd û revandina Êzidiyan, navê Êzidiyan bihîstin. Lê ev ne girîng e ku tu bizanî Êzidî kî ye û çi ye, ya girîng ew e ku tu wek hikûmet, wek dewlet, te çiqas mafê wan daye.”

Viyan Dexîl got jî: “Sala 2005an dest hat danîn û Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e navê Êzidiyan di nav destûrê de hebe. Serok Barzanî got: Ez qebûl nakim destûrek hebe ku navê Êzidiyan tê de nebe. Wî ev maf di bingeh de ji bo me li Iraqê misoger kir.”

Herwiha got jî: “Çareseriya pirsa Êzidiyan ji bo Iraqê ne girîng e, ji ber ku me çendîn caran ew pirs û mijar bi wan re aniye ziman, lê ti bersiveke di cih de nadin me. Rewşa me piştî sala 2014an, ku 400 hezar Êzidiyên xelkê Şingalê koçber bûn û ev 11 sal in di nav kampan de dijîn û ti çareseriyek ji bo rewşa wan nedîtine.”

Viyan Dexîl ragihand jî: “Rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin. Bila werin wê cîbicî bikin, herî kêm koçberan vegerînin cihên wan û aramî, avedanî, avakirina avahiyan û ewlehiya jiyana wan ji wan re dabîn bikin. Lê ev çendîn sal in Hikûmeta Iraqê pirsa Êzidiyan paşguh dixe û giringiyê pê nade.”

 
 
Fly Erbil Advertisment