Siyasetmedarên Bakur: Konferansa Yekrêziyê bandorek erênî li hemû hêzên kurdî kir

Diyarbekir (K24) –Konferansa Yekîtî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ve bi keyfxweşî hat pêiwazîkirin, siyasetmedar spasiya Serok Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî dikin û dibêjin yekhelwestiya neteweyî ya aliyên Rojavayê Kurdistanê dê sûdeke girîng bide pêvajoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiye jî.

Piştî ku li Qamişlo Konferansa Yekîtî û Yekhelwesta Kurdî bi awayeke serkeftî hat encamdan ev yek li nava kurdên seranserê cîhanê de bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin. Bi taybetî jî siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku encamên konferansê yên hatîn ragihandin dê dê destê kurdan li Şamê xurt bike, sûdê bide pêvajoya Bakur û dibe wesîle ku rewş li Rojava zelaltir bibe û di vê çarçoveyê de jî ewlekariya Rojava jî dê parastî be.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel ji K24ê re got: “Dê destê kurdan li Şamê xurt be, dê bo hemu gelên Sûrî bibe mînak û daxwaza pergalek nenavendî tê kirin, dê diyaloga nav kurdan xurt bibe, dê hênceta Tirkiye ya bo êrîşê ji holê rabe.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê spasiya kesayet û saziyên ku keda wan di lidarxistina konferansê de hene dikin û balê dikêşin ku wêneyê di konferansê de derketî holê di heman demê de dîwarê di nav kurdan de hatî danîn jî ji holê rakiriye.

Siyasetmedar Sertaç Bucak dibêje: “Pîroz e û cihê keyfxweşiyê ye, ez spasiya Cenabê Serok Barzanî dikim û spasiya Amerîka Fransa dikim, ev konferans bo hemu gelê Sûrî sudbexş e û dê sudê bide hemû rojhilatanavîn.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin pêvajoya borî ji ber aloziyên Rojava têk çûbû û niha li Rojava zemîna çareseriyê çêbûye û ji ber wê dê sûdê bide pêvajoya niha jî.

 
Fly Erbil Advertisment