Mîtînga 1ê Gulanê dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi tevlîbûna Serokê KESKê Ahmet Karagoz bi daxuyaniyeke çapemeniyê naveroka Mîtînga 1ê Gulanê hat ragihandin. Mîtînga 1ê Gulanê seet 13.00ê dê li Qada Îstasyonê dest pê bike, bi tevlîbûna siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û mûzîkjenan dê 1ê Gulanê Roja Kedkar û Xebatkaran were pîrozkirin.

Li Diyarbekirê Mîtînga 1ê Gulanê dê ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê KESK, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSK û Yekîtiya Avahîsaz û Endazyaran a Tirkiye TMMOBê ve bê lidarxistin. Banga tevlîbûna mîtîngê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji aliyê Serokê KESKê Ahmet Karagoz ve hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku, KESK bo çareseriya pirsa kurd amade ye feydeyî bide.

Di derheqa naveroka mîtîngê de jî hat ragihandin ku, Hevserokê DemPartî Tuncer Bakirhan, Endamê Rêveberiya Navendî ya Yekîtiya Bijişkên Tirkiye Şerîf Demîr û Serokê KESKê Ahmet Karagoz wek axaftvan dê tevlî wê mîtîngê bibin. Di mîtîngê de Mûzîkjen Helîmê Omerî û Mûzîkjen Kasim Taşdogen jî dê derkevin ser dikê û dê stiranan bibêjin.

Mîtînga 1ê Gulanê ya Diyarbekirê dê li Qada Îstasyonê were li darxistin û dê seet 13.00ê dest pê bike. Tê pêşbînîkirin ku peyamên sereke yên mîtîngê daxwaza çareseriya pirsa kurd û başkirina rewşa darayî ya karker, kedkar û xebatkaran be.

 
 
Fly Erbil Advertisment