Ferhad Etrûşî: Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê derfetek e bo pêkanîna kabîneya nû

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê destpêkirina civînan û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li parlamenteran pîroz kir û tekez li ser giringiya bihêzkirina hevahengiya danana qanûnan û çavdêriyê ligel parlamentoya federal bo xizmetkirina berjewendiyên bilind ên nîştimanî jî kir.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Emîn Etrûşî destpêkirina civînan û hilbijartina desteya nû ya serokatiya parlamentoyê li tevaya endamên Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir. 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê herwisa ev pêngav jî wekî zemînesaziyeke pêdivî û girîng bo temamkirina rêkarên pêkanîna hikûmeteke nîştimanî bi tevlîbûna tevaya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wesf kir.

Di wê ragihandinê de hatiye, Ferhad Etrûşî daxwaz ji tevaya fraksiyon û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye ku bi canê berpirsiyariya nîştimanî û bi rêya alîkariya hevpar bo biserxistina karên parlamentoyê û vejandina proseya siyasî kar bikin, herwisa lezê di pêkanîna kabîneyeke nû ya hikûmetê de bikin; bi awayekî ku bersivdera çaverêkirin û hêviyên gelê Kurdistanê be û roleke çalak di rêkxistin û xurtkirina peywendiyên kargêrî û darayî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bibîne.

Ferhad Etrûşî herwisa tekez li ser giringiya berfirehkirina asta hevahengiya danana qanûnan û çavdêriyê di navbera Parlamentoya Kurdistanê û Parlamentoya Îraqê de jî kir û amaje bi wê yekê jî da ku bihêzkirina wê peywendiya destûrî û parlamenterî dê bo çespandina tenahiya siyasî û parastina berjewendiyên bilind li seranserî welat sedemeke sereke dibe.

Piştî têperbûna nêzîkî du salan, ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê rûniştina xwe ya yekê li roja 02/12/2024ê li dar xist, ew rûniştin vekirî ma, li dawiyê jî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, bi amadebûna 52 parlamenteran, rûniştina duyê ya parlamentoyê hat lidarxistin û serok, cîgirê serok û sekretêrê parlamentoyê hatin hilbijartin.

Piştre Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Vala Ferîd berî ku rûniştina îro bi dawî bîne, peyamek pêşkêşî tevaya fraksiyonan kir da ku tevlî civînên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, herwisa daxwazeke wê ya din ji fraksiyonan ew bû ku heta Duşema heftiya bê navên kandîdên xwe bo danîna lîjneyên parlamentoyê pêşkêş bikin, bi taybetî lîjneya qanûnî.