PDK: Çalakkirina Parlamentoyê garantiya serweriya qanûn û pêkvejiyanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina desteya nû ya Serokatiya Parlamentoyê pîroz kir û ev pêngav wekî werçerxaneke çarenivîssaz bo bihêzkirina bingehên demokrasiyê û serweriya qanûnê wesf kir.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, di ragihandinekê de çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina desteya nû ya serokatiya bi germî li xelkê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên cuda cuda pîroz kir.
Di wê ragihandinê de hatiye, çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê piştî derbazbûna di qonaxeke hestiyar de, li kêleka hilbijartina desteya nû ya Serokatiya Parlamentoyê, pêngaveke stratejî û girîng e ber bi mukomkirina stûnên demokrasiyê, çespandina serweriya qanûnê û kûrkirina nirxên pêvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê.
Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê amaje bi pêgeha bilind a Parlamentoyê kir û ragihand: "Parlamentoya Kurdistanê wekî bilindtirîn çavkaniya danana qanûnan û çavdêriyê, herdem mala rastîn a welatiyan û neynika zelal a deng û îradeya nîştimanî ya tevaya texan bûye."
Herwisa hatiye zelalkirin ku vegera çalakiyê bo vê dezgeha destûrî û hilbijartina serokatiya wê ya nû derfeteke zêrîn bo çespandina yekrêziya nîştimanî û pejirandina qanûna hevçerx û dadperwerane peyda dike, herwisa rewşeke guncayî bo avêtina gavan ber bi pêkhanîna kabîneyeke nû ya hikûmetê çê dike, ku li asta daxwaz û çaverêkirinên welatiyan be û bi rêya çavdêriyeke bibandor şiyan bo zêdetir xizmetkirina xelkê bên terxankirin.
Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hêvî jî xwast ku desteya nû ya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi canekê nîştimanî û hestkirina bi berpirsiyariya vê qonaxê, ji nêzîk ve ber bi arêşe û daxwazên welatiyan ve biçin û roleke berçav di berqerarkirina aramî, tenahiya siyasî û pêşxistina berdewam li seranserî Herêma Kurdistanê bilîzin.
Piştî têperbûna nêzîkî du salan, ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê rûniştina xwe ya yekê li roja 02/12/2024ê li dar xist, ew rûniştin vekirî ma, li dawiyê jî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, bi amadebûna 52 parlamenteran, rûniştina duyê ya parlamentoyê hat lidarxistin û serok, cîgirê serok û sekretêrê parlamentoyê hatin hilbijartin.
Piştre Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Vala Ferîd berî ku rûniştina îro bi dawî bîne, peyamek pêşkêşî tevaya fraksiyonan kir da ku tevlî civînên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, herwisa daxwazeke wê ya din ji fraksiyonan ew bû ku heta Duşema heftiya bê navên kandîdên xwe bo danîna lîjneyên parlamentoyê pêşkêş bikin, bi taybetî lîjneya qanûnî.