Hatimogullari: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan bi awayekî azad kar bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, got, divê Ocalan bi serbestî bi PKKê re hevdîtinê bike û divê parlamento gavên cidî ji bo pêvajoya aştiyê bavêje.
Hatîmogullari îro 1ê Gulanê di kombûnên 1'ê Gulanê yên li Stenbolê ji peyamnêrê K24ê li Stenbolê re behsa girîngî û pêwîstiya çareseriya pirsa Kurd û rola Abdullah Ocalan di vê pêvajoya aştiyê de kir.
Hatîmogullari ragihand, Abdullah Ocalan berê bangewaziyek kiriye û tê de ji PKKê xwestiye ku kongreya xwe li dar bixin û xwe hilweşêne. Hatîmogullari tekez kir, ji bo bicihanîna van daxwazên Ocalan divê şert û merc û zemîneke guncaw bê afirandin.
Hevseroka DEM Partiyê got: “Pêwîst e ji bo van daxwazên Birêz Ocalan çarçoveyeke yasayî bê dîtin. Divê Parlemento vî erkî bigire ser milê xwe û pêngavên pir cidî derbarê pêvajoya aştiyê de bavêje.” Herwiha destnîşan kir, divê zemînên siyasî, parlamenterî û hiqûqî bên xurtkirin.
Hatîmogullari mijara herî girîng wek rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi nav kir û got: “Ya herî girîng ew e ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û ji bo wî şertên tevger û xebata azad bên pêkanîn.
Di dawiya axaftina xwe de, Hatîmogullari bang kir ku dem neyê windakirin û bi hestê berpirsiyariyê li hember pêvajoya aştiyê tevger bê kirin.