Hewlêr û Zencan protokoleke hevfêmkirinê îmza dikin

Parêzgerê Hewlêrê û Parêzgerê Zencanê
Parêzgerê Hewlêrê û Parêzgerê Zencanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerên Hewlêr û Zencanê protokoleke hevfêmkirinê îmza dikin. Parêzgerê Hewlêrê di vî warî de radigehîne ku, hêviya wan ew e ev serdan û hevfêmkirin zêdetir xizmeta livînên bazirganî yên her du aliyan bikin.

Şandeke parêzgeha Hewlêrê bi serdaneke fermî li welatê Îranê ye, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Pêncşem, 01.05.2025) protokoleke hevfêmkirinê bi Parêzgerê Zencanê re îmza kir.

Parêzgerê Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de got, “Ew protokol peywendiyên çandî û bazirganî û çend mijarên din vedigire.” Amaje jî da ku ew dixwazin peywendiyên xwe yên aborî zêdetir pêş bixin, herwesa Parêzgerê Zencanê jî bi awayekî fermî ji bo Hewlêrê vexwand.

Umêd Xoşnaw tekez jî kir ku, hêviya wan ew e ev serdan û hevfêmkirin zêdetir xizmeta livînên bazirganî yên her du aliyan bikin.

Naveroka lihevkirina navbera parêzgerên Hewlêr û Zencanê:

1.    Her du alî bi merema bihêzkirina alîkariyên teknolojî û pîşesazî dîtin û nerînên xwe li ser rewşa aborî û bazirganî û guhertinên di rênimayan de li hev diguherin.

2.    Her du alî hev haydarî wan çalakiyan dikin ên ku dikarin bazirganiya navbera parêzgehên Hewlêr û Zencanê pêş bixin.

3.    Her du alî ji bo rêkxistina şandên berpirsên parêzgehê alîkariya hev dikin, bi merema hêsankariyên hevkariyên bazirganî, geştyarî, pîşesazî, xizmetkariyên teknîkî û endazyarî, tendirustî û wergirtina xwendekarên zanîngehan.

4.    Her du alî di warê pêşangehên navdewletî û pêşxistina bazirganiyê de hevkar dibin û piştevaniya endamên xwe dikin ku tevlî wan helkeftan bibin.

5.    Her du alî piştevanî û piştgiriya pêşxistina pirojeyên hevpar û derfetên weberhênanê û qazancên hevpar dikin.

 
Fly Erbil Advertisment