Destpêşxeriya Gelêrî ya Kurdî piştgiriya xwe ji bo Konferansa Yekrêziyê nîşan dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), şandeyeke ji Destpêşxeriya Gelêrî ya Kurdî ya Serbixwe serdana ofîsa ENKSê li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya Destpêşxeriyê ku bi serokatiya Hesen Salih û hejmarek endamên wê pêk hatibû, ji aliyê Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl û Endamê Desteya Serokatiyê Silêman Oso ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya ENKSê, armanca serdanê pêşkêşkirina pîrozbahiyan bû, ji ber lidarxistina serkeftî ya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bû.

Di hevdîtinê de, behsa serkeftina mezin a konferansê hat kirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê raya giştî ya Kurd ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin.

Herwiha, endamên Destpêşxeriyê tekezî li ser piştgiriya xwe ya tam kirin û ragihandin ku ew ê ji bo bidestxistina armancên Kurdî di paşerojeke nenavendî ji bo Sûriyê de û ji bo aramiya herêmê, li kêleka tevgera siyasî ya Kurd bisekinin.

Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdistanê, roja 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwesta Kurd li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Armanc ji vê konferansê, ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye, ji bo danûstandina li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê û misogerkirina mafên gelê Kurd.

 
Fly Erbil Advertisment