Hewlêr.. Çar yekîneyên girêdayî dubare bikaranîna avê tên çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Solînên Hewlêrê amajeyê dide, “Tevaya solînên Hewlêrê tevlî yekîneyeke girêdayî bikaranîna avê tên kirin û kar ji bo zêdetir pakijkirina ava Hewlêrê tê kirin.”
Birêveberê Solînên Hewlêrê Zerdeşt Sersam ji K24ê re got, “Di masterpilana nû ya Hewlêrê de, tevî berfirehbûna wê zêdetirî çar yekîneyên girêdayî dubare bikaranîna avê tên çêkirin, lê ya ku niha di bernameya me de ye ew e ku yekîneyeke girêdayî dubare bikaranîna avê tê çêkirin û parzinandin jê re tê kirin.”
Zerdeşt Sersam herwesa got, “Çêkirina vê yekîneyê dibe sedema pakijbûna erdî û parastina pakijiya keşûhewayê. Dîzayna tevaya wê pirojeyê temam bûye û serperiştên wê pirojeyê jî kompaniyên Çapanî ne.”
Birêveberê Solînên Hewlêrê behsa wê yekê jî kir ku, kar ji bo veguhastin hemî solînên Hewlêrê ji bo ser vê yekîneyê tê kirin, ji bo ku bi temamî bên pakijkirin.”