Raperîn.. Gijlokê serê du sinêleyan şkand

Navenda Nûçeyan (K24) - Barîna gijlokê li Herêma Kurdistanê zirar ne tenê gehandiye timbêlan û kertê çandinê, belkî serê du sinêleyan jî şkand.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Raperînê Teha Mihemed îro (Yekşem, 04.05.2025) ji Malpera K24ê re ragehand, “Ji ber gijlokê, serê du sinêleyan şkestiye. Ew her du sinêle jî şêniyên komelgeha Şikarteyê ne.”

Teha Mihemed herwesa got, “Li bingeha tendirustiyê çareseriya pizişkî ji wan re hatiye kirin û birînên serên wan sivik in”. Herwesa got, “Li sinorê Raperînê, tenê ew halet hatine tomarkirin. Çi haletekî ji vî rengî di dema borî de ji ber gijlokê çê nebûye.”

Ev di demekê de ye ku ji ber gijlokê, li meha borî li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê zirar gehiştiye zêdetirî 400 timbêlan û bi hezaran donemên erdê çandinê.

 
Fly Erbil Advertisment