Li Kerkûk û Hewlêrê zêdetir ji 100 kesî ji ber xwelîbarînê gihîştin nexweşxaneyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke xwelîbarînê îro 5ê Gulanê Herêma Kurdistanê û navçeyên cuda yên Iraqê girtiye bin bandora xwe. Ji ber vê yekê, li Kerkûkê 102 û li Hewlêrê 12 welatî tûşî bêhntengiyê bûn û bo wergirtina çareseriyê bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Peyamnêrê K24 li Kerkûkê Hêmin Delo da zanîn, ji ber xwelîbarîna zêde ya ku Kerkûk û derdora wê girtiye, 102 welatî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li Hewlêrê jî, pizîşkê pispor li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Mihemed Cemîl ji K24 re ragihand, 12 welatî ji ber xwelîbarîna zêde û bêhntengiyê, gihîştin beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Dr. Cemîl herwiha eşkere kir, dilê yek ji wan welatiyan rawestiyabû, lê bi hewlên bijîşkan piştî 40 deqeyan, jiyana wî hat rizgarkirin û niha ew welatî di bin çavdêriya hûr de ye.

Derbarê welatiyên din de, Dr. Mihemed Cemîl amaje bi wê yekê kir ku ew kesên tûşî tengnefesiyê bûbûn, piştî wergirtina çareseriya pêwîst, vedigerin malên xwe.

Şarezayê keşnasiyê li Herêma Kurdistanê Mihemed Kemal ji malpera K24 re got, ev pêla xwelîbarînê dê heta derengiya şevê berdewam bike û bandora wê ji başûrê rojavayê Iraqê hatiye.

Mihemed Kemal herwiha got: “Ji ber nebûna şînkahiyê li wan navçeyan û kêmbûna baranbarîna îsal, tê pêşbînîkirin ku heta meha Tebaxê, dem dem pêlên xwelîbarînê navçeyê, tevî Herêma Kurdistanê, bigirin.”

Ev çend roj in tozeke zêde û bayekî bihêz beşek ji bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê girtiye bin bandora xwe û li hinek cihan bûye sedema qutbûna elektrîka niştimanî.

 
 
Fly Erbil Advertisment