Hevkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Pêşmerge tên dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, roja Pêncşemê, 8ê Gulana 2025an, alîkariya darayî ya Hêzên Hevpeymanan ya ji bo meha Nîsana 2025an dê li ser efser û Pêşmergeyên girêdayî Dîwana Wezaretê û Yekîneyên Peyade yên Wezareta Pêşmerge were belavkirin.
Wezareta Pêşmerge îro 6ê Gulanê di daxuyaniyekê de diyar kir, piştî ku alîkariya Hêzên Hevpeymanan ji bo Hêza Pêşmerge ketiye ser hesabê Wezareta Pêşmerge, Rêveberiya Giştî ya Bûdce û Bernameyan (Jimêryariya Serbazî) hemû rêkarên darayî û jimaryariyê bidawî anîne. Ji bo vê mebestê, dê roja Pêncşemê, 8ê Gulana 2025an, alîkariya Hevpeymanan a ji bo meha Nîsanê were belavkirin.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye, niha zêdetirî 56 hezar Pêşmerge û efserên girêdayî Wezareta Pêşmerge bi rêya projeya “Hejimara Min” alîkariya Hevpeymanan werdigirin.
Hevkariyên Hevpeymaniya Navdewletî:
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji sala 2014an û vir ve piştgiriyeke berfireh dide Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê. Ev piştgirî ji çend aliyan ve ye, di nav de rahênanên leşkerî, dabînkirina çek û teqemeniyan, û alîkariyên darayî.
Belavkirina vê hevkariyê bi rêya sîstema bankî û projeya “Hejimara Min” ku ji bo birêkxistin û şefafiyeta zêdetir di dayîna mûçeyan de hatiye destpêkirin, tê kirin. Ev yek jî beşek e ji çaksaziyên ku di sektora ewlehiyê û darayî ya Herêma Kurdistanê de têne kirin, bi armanca birêvebirineke baştir û berpirsiyartir.