Îraq û Azerbaycan danûstandinan li ser pirsên aborî û bazirganî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê dibêje, “Peywendiyên navbera Îraq û Azerbaycanê ji bo sedsala borî vedigerin”. Herwesa radigehîne, “Em ji aliyê çandî, rewşenbîrî û olî jî ve hevpar in.”
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Çarşem, 07.05.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Ez bixêrhatina Wezîrê Derve yê Azerbaycanê dikim. Ev demeke dirêj e em li benda vê serdana wî welatî ne, ku ev serdana wan a yekê ye ji bo Îraqê.”
Fuad Hisên herwesa got, “Peywendiyên navbera Îraq û Azerbaycanê ji bo sedsala borî vedigerin, tevî wê yekê ku Azerbaycan pareke Yekîtiya Soviyetê ye peywendiyên navbera her du welatan jî nû nînin belkî kevin in û bi peywendiyên Îraqê re û li ser bingehele ron in.”
Navbirî amaje jî da, “Ji aliyê cografî ve, Azerbaycan nêzî Îraqê ye. Em li ser yek xeta cografî ne. Em ji aliyê çandî, rewşenbîrî û olî jî ve hevpar in. Tevî wê yekê jî, me pirsên bazirganî û aborî nû kirin û me danûstandin li ser kirin.”
Wezîrê Derve yê Îraqê eşkere jî kir, “Civînên me yên îro li ser çend pirsên cuda cuda û li ser peywendiyên dualî yên her du welatan in.”