Li Vatîkanê proseya hilbijartina Papayê nû dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Vatîkanê ragihand, deriyên Katedrala Sîstînê hatine girtin û bi vî awayî Konklav (civîna taybet a kardînalan ji bo hilbijartina Papayê nû) dest pê kiriye.
Bi vê yekê re, qonaxa îzolekirina tam a kardînalên hilbijêr di bin banê katedralê de dest pê dike, ku ev yek ji demên herî pîroz û hestiyar ên jiyana Dêra Katolîk tê hesibandin.
Piştî derketina karmendên ku ne pêwendîdarî vê pêvajoya veşartî ne, Kardînal Raniero Cantalamessa dê ramanweriyeke giyanî pêşkêş bike û bang li kardînalan bike ku berî destpêkirina dengdanê ji bo hilbijartina Papayê nû, demên nimêj û têgihiştinê derbas bikin.
Di Konklavê de 133 kardînal beşdar dibin, da ku Papayê Mezin (Hibrê A’zem) yê hejmar 267 di dîroka Dêra Katolîk de hilbijêrin.
Ji bo hilbijartina Papayê, divê namzed du ji sê parên dengan, ango herî kêm 89 dengan, bi dest bixe. Pusûlayên dengdanê di sobeyeke ku dîroka wê vedigere sala 1939'an tên şewitandin, û madeyên kîmyewî li wan tên zêdekirin ku rengê dûmanê diyar dikin: Dûmana sipî nîşana hilbijartina Papayê nû ye, lê dûmana reş nîşan dide ku hewldan bi ser neketiye û dengdan dê berdewam bike.
Dema Papayê nû di hundirê Konklavê de were ragihandin, Papayê nû vediguhêzin “Odeya Hêsiran” da ku cilên xwe biguherîne û kincê sipî li xwe bike, ku ev yek nîşana destpêkirina qonaxeke nû di dîroka Dêrê de ye.
Papa Francis, roja Duşemê 21ê Nîsana 2025an, di 88 saliya xwe de koça dawî kir ku yekem papa di dîrokê de ku di sala 2021an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû.