Pêşmergeyên lîwayên hevpar bi rêya pirojeya Hejmara Min alîkariyên Hevpeymanan werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkarîya Hevpeymanan ji bo meha Nîsanê li ser hejmara Bankê ya Pêşmergeyên lîwayên hevpar hat zêdekirin, û bi rêya pirojeya Hejmara Min wan alîkariyan werdigirin.
Pirojeya Hejmara Min îro (Pêncşem, 08.05.2025) parve kir, “Alîkariyên Hevpeymanan bi rêya pirojeya Hejmara Min li ser hejmarên zêdetirî 55.000 Pêşmergeyên lîwayên hevpar hat zêdekirin.”
Wê pirojeyê amaje jî da, “Nêzî 84% ya Pêşmergeyên lîwayên hevpar bi rêya pirojeya Hejmara Min alîkariyên hevpeymanan wergirtin, herwesa meh bi meh rêjeya tomarkirina mûçexuran li wê pirojeyê zêdetir dibe.”
Wezareta Pêşmerge pêr (Sêşem, 06.05.2025) parve kiribû, “Piştî ku alîkariyên hêzên Hevpeymanan ji bo Pêşmergeyan li ser hejamra Wezareta Pêşmerge hatin zêdekirin, Birêveberiya Giştî ya Budce û Bernameyan (Jimêryariya Serbazî) rêkarên wan ên darayî û jimêryarî temam kirine. Ji bo vê meremê jî, alîkariyên Hevpeymanan ji bo meha Nîsanê îro (Pêncşem, 08.05.2025) tên parvekirin.”
Wê wearetê eşkere jî kiribû, “Niha zêdetirî 56 hezar Pêşmerge û efserên girêdayî Wezareta Pêşmerge bi rêya pirojeya Hejamra Min alîkariyên Hevepymanan werdigirin.”