Sûdanî: Hikûmeta Netanyahu dixwaze deverê bikêşe nav şerî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê dibêje, “Em dixwazin peywendiyên Îraq û Tirkiyeyê parek ji hevkêşeyên seqamgiriya deverê bin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Pêncşem, 08.05.2025) bi serdaneke fermî û bi hevaltiya şandeke wezîrên hikûmeta xwe gehişt Enqereyê û di çavpêkeftinekê de bi ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyî re helwesta fermî ya Hikûmeta Îraqê li ser rewşa deverê ragehand.

Sûdanî di wê çavpêkeftinê de got, “Tevî ku hikûmeta Îsraîlê dixwaze tevahiya deverê bikêşe nav şerî jî, em dixwazin peywendiyên Îraq û Tirkiyê bibin parek ji hevkêşeyên seqamgiriya deverê.”

Serokwezîrê Îraqê herwesa got, “Pirojeya Rêya Pêşxistinê ji bo welatên deverê pirojeyeke stratejî ye û lewma jî yek ji giringtirîn pirojeyên Rojhilata Navîn e.”

Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê jî her îro parve kir, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Enqereyê tevlî rûniştina Civata Bilind a Ewlehî û Hevkariya Stratejî a Îraq û Tirkiyeyê dibe.”

Nivîsgeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê piştî wê rûniştinê jî ragehand, “Di rûniştina navbera Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê de, behsa berhingarbûna terorê û bazirganîkirina bi madeyên hişber hat kirin.”

Herwesa amaje hatiye dan ku, bicihanîna lihevkirina navbera wan û pêşxistina peywendiyên her du welatan jî mijarên tewerê serekî yê Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê bûn.

Di derheqa rewşa Sûriyeyê de jî, tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê seqamgirî ji bo Sûriyeyê û deverê bê vegerandin û pirrengiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê bê parastin.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment