Serkirdeyekî HSDê: Hevpeymaniya Navdewletî cihê xwe li baregehên nû xurt dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî di nava HSDê de ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê cihê xwe li baregehên nû bihêz dike û plan heye ku li derdora Bendava Tişrînê jî belav bibe.
Serkirdeyê di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de Mehmûd Hebîb ji K24ê re got: “Hevkariya di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam e û her du aliyan berî du rojan operasyonên hevbeş li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîn.”
Hebîb eşkere kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên nû li bajarokê Sirrînê li gundewarê Kobanî datanîne û plana wan heye ku li nêzîkî navçeya Mesakin û Bendava Tişrînê li gundewarê Kobanî belav bibin.
Herwiha tekez kir, gotinên ku behsa vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin ne rast in û got: “Şev û roj rahênanên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî hene.”
Baregeh û Belavbûna Hevpeymaniya Navdewletî:
Xal û baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li çend deverên stratejîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî hene, li deverên wekî Rimêlan, Heseke, Eyn Îsa û derdora zeviyên petrol û gazê (wek El-Omar û Konîko). Agahiyên nû yên derbarê bihêzkirina baregehên li Sirrînê û plana belavbûna li derdora Bendava Tişrînê nîşan didin ku Hevpeymanî pabendî mayîna xwe ya li herêmê ye û dixwaze pozîsyona xwe ya stratejîk xurtir bike.