Nexweşa yekê ya Taya Xwînberbûnê li Dihokê mir

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê radigehîne, “Kesa yekê yê ku li Dihokê tûşî nexweşiya Taya Xwînberbûnê bûbû mir.”
Birêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê Dr. Sagvan Silêman ji Malpera Kurdistan24ê re ragehand: “Nêzî seet 05:30 ê serê sibeha îro (Şemî, 10.05.2025) kesa yekê ya ku li Dihokê tûşî nexweşiya Taya Wînberbûnê bûbû mir.”
Dr. Segvan Silêman amaje jî da, “Kesa tûşbûyî jineke 45-salî ya şêniya nahyeya Şêladizê ya girêdayî qezaya Amêdiyê ye û wekî xwedîkera giyaneweran dixebitî. Ew berî sê rojan hatibû nexweşxaneya me, goman jê hatibû kirin ku tûşî Taya Xwînberbûnê bûbe. Me pişkinîn ji wê re kirin û şandin ezmûngehên Bexdayê.”
Navbirî herwesa got, “Encamê pişkinînên wê jina 45-salî duhî (În, 09.05.2025) derkeftin û eşkere bû ku tûşî Taya Xwînberbûnê bûbû. Piştî çend seetan ji eşkerekirina encaman jî, ew jin mir.”
Birêveberê Nexweşxaneya Azadiyê ron jî kir, “Li gorî agahiyên me, çi endamên din ên malbata wê jinê tûşî wê nexweşiyê nebûne.” Herwesa got, “Berî du heftiyan sê welatiyên din jî serdana nexweşxaneya me kir û goman jê dihat dikirin ku tûşî Taya Xwînberbûnê bûbin, lê piştî ku pişkinîn jê re hatin kirin, diyar bû ku ew tûşî wê vîrosê nebûbûn û ji bo malên wan hatin vegerandin.”
Haletê yekê tûşbûna bi Taya Xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê li roja Înê ya borî (02-05-2025) hat tomarkirin, ku welatiyekî bajarê Koyeyê yê 42-salî ye û goştfiroş e.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkar Sûrçî ji Kurdistan24 re ragehand ku, ew tûşbûyî li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê çareseriya werdigire û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê tekez li ser pêdivîtiya bicihanîna rênimayên Wezareta Tenduristiyê kir û ji welatiyan xwest ku heke nîşanên nexweşiyê li ser giyaneweran hebin, divê tîmên veterîneriyê haydar bikin. An jî ew welatiyên ku giyaneweran xwedî dikin an jî berhemên giyaneweran berhem tînin, heke her nîşaneke nexweş li cem wan hebe, divê serdana nexweşxaneyan bikin.