Sûlava Nûjiyanê ya Loristanê li ser torên civakî yên Îranê bûye trendek

Navenda Nûçeyan (K24) – Sûlava Nûjiyanê ya li parêzgeha Loristanê, ne tenê bilindtirîn Sûlava vê parêzgehê ye, lê di heman demê de wek duyemîn Sûlava herî bilind a Rojhilatê Kurdistanê jî tê nasîn. Bedewî û ciwaniya xwezaya wê her sal bi hezaran geştyaran ber bi herêmê ve dikşîne.

Sûlava Nûjiyanê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Xuremawa, ku navenda parêzgeha Loristanê ye. Bilindahiya vê Sûlavê digihîje 95 metreyan û firehiya wê li cihê ku av dirije 5 metre pehn e.

Çavkaniya ava Sûlava Nûjiyanê, ji çiyayên bilind ên Zagrosa Navendî ye û yek ji cihên geştyarî yên herî navdar ên parêzgeha Loristanê ye. Bi taybetî di demsala biharê de, ji ber zêdebûna baranê û helîna berfa çiyayan, ava wê gurr dibe û hejmareke mezin a geştyaran serdana wê dikin.

Geştyara  Mehdî Xweşkelam dibêje: “Dîmenên vê Sûlavê û xwezaya ciwan a Nûjiyanê di torên civakî de pir belav bûne û ji bo tevahiya gelê Îranê navnîşan û navûdengê dilkêşiya wê eşkere ye. Ev dema salê jî xweştirîn dem e ji bo serdanê.”

Ava zelal, bayê hênik, çiyayên bi dar û daristanan xemilandî û hebûna bi dehan cure giyayên wek derman tên bikaranîn li vê herêmê, hemû bi hev re Sûlava Nûjiyanê kirine cîhekî bêhempa û balkêş ji bo geştyaran.

Sûlava Nojiyanê ji Çiyayê Tafê diherike xwarê. Li jorê Sûlavê û li ser vî çiyayî daristaneke geştyarî ya taybet heye, ku geştyar dikarin piştî serdana Sûlava Nûjiyanê ji bo bêhnvedanê demên xwe lê derbas bikin.

Geştyar Mehsa Zareî jî dibêje: “Derdorê Sûlavê û serê çiyê hemû darberû ne. Di van demanên salê de, bi taybetî di mehên Nîsan û Gulanê de, Sûlav pir balkêştir xuya dike û gelek geştyar serdana wê dikin.”

Parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê, ku tevahiya rûberê wê dikeve Zagrosa Navendî, herêmeke çiyayî û bi baran e.

Li vê parêzgehê zêdetirî 50 Sûlav hene, lê Sûlava Nûjiyanê ya ji nava wan a herî bilind e. Piştî Sûlava Pîranê ya li parêzgeha Kirmaşanê, ew wek duyemîn Sûlava herî bilind a Rojhilatê Kurdistanê tê hejmartin. Herwiha, ew yek ji 10 Sûlavên herî bilind ên Îranê ye û di sala 2008an de di rêza şûnwarên xwezayî yên neteweyî yên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye tomarkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment