Siyasetmedar: Nabe hem pêvajo hebe hem jî siyasetmedar girtî bin

Diyarbekir (K24) – Di salvegera binçavkirina Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de li Diyarbekirê saziyên sivîl, hiquqnas û siyasetmedaran bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin ku divê demildest Silheddîn Demîrtaş û hevalên wî serbest werin berdan. Mafnas û siyasetmedaran bal kêşandin ku doza kobanê ya ku Silheddîn Demîrtaş ji wê doza hatiye zindanîkirin dozeke siyasî ye û her wiha ev doz li pêşiya pêvajoya çareseriya pirsa kurd jî astengiyeke girîng e.

10 sal berê di 4ê Mijdara Sala 2016an de Silheddîn Demîrtaş di çarçoveya lêpirsîna buyerên Kobanî de hat binçavkirin û di encama doza Kobanê de jî 42 sal sizayê zindanê lê hat birrîn. Di 10. Salvegera girtina Silheddîn Demîrtaş û hevalên wî de saziyên sivîl, mafnas û siyasetmedar li ber Dadgeha Diyarbekir bi daxuyaniyeke hevpar banga serbestberdana Silheddîn Demîrtaş û hevalên wî kirin. 

Mafnasan amaje kirin ku doza kobanê ji serî de dozeke siyasî bu û di vê yekê ve girêdayî jî ji ber ku daraz ne serbixwe ye Silheddîn Demîrtaş û hevalên wî hîn jî di girtîgehê de ne.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Şaxa Diyarbekirê Ercan Yilmaz di vî warî de ragihand: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi xwe dibêje doza kobanê dozek siyasî ye û ji ber ku doz siyasî ye Silheddîn Demîrtaş û hevalên wî girtî ne, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dibêje li Tirkiye dadgeh nikarin bi serê xwe biryarê bidin ji ber wê eger werin berdan jî dê bi biryareke siyasî werin berdan.”

Siyasetmedar jî balê dikêşin ku di raporta Komîsyona hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasî de wek pêşniyar cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî cih girtibu lê li aliyekê bo pêşîlêvekirina siyaseta sivîl pêvajo dimeşe lê li aliyekê jî girtiyên doza kobanî hîn jî zindanî ne.

Parlamentera Erzirûmê ya DEM Partiyê Meral Daniş Bêştaş jî ragihand: “Ev pêvajo ji bo ku pêşiya siyaseta sivîl û azad were vekirin hatibu destpêkirin, çek ji holê rabune, lê kesên ku bo siyaseta demokratîk û azad kar û xebat kirine di hundir de ne, em dibêjin çima ev kes di hundir de ne.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Doza Kobanê de 5 caran biryar da ku di dozê de pirsgirêkên hiquqî hene lê li gel vê yekê hîn jî Silhedîn Demîrtaş û hevalên wî girtîgehê de ne.