Bedîrhanoglû: Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kedeke giring ji bo pêvajoya aştiyê dane

Diyarbekir (K24) – Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Rojhilatê Başûr Şahîsmaîl Bedîrhanoglû, amaje bi rola serekî ya Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hewldanên ji bo serxistina pêvajoya aştiyê de kir. Bedîrhanoglû tekez kir ku serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê jî di vê çarçoveyê de bû.

Şahîsmaîl Bedîrhanoglû ji K24ê re got: “Berî her tiştî ez dixwazim spasiya birêz Serok Mesûd Barzanî, birêz Nêçîrvan Barzanî û Birêz Mesrûr Barzanî bikim ku bo serketina pêvajoyê û bo ewlekariya pêvajoyê kedek girîng dan. Em dizanin ku hatina Birêz Mesrûr Barzanî ya bo Tirkiyeyê jî bo vê pêvajoyê bû.”

Bedîrhanoglû herwiha destnîşan kir, ji bo pêvajo zirarê nebîne û kongre bê pirsgirêk û provokasyon birêve biçe, xebatên girîng hatine meşandin û got: “Ji bo zirar negihîje pêvajoyê xebatên girîng meşandin, ji bo ku kongre bê pirsgirêk û bê provakasyon were li darxistin xebatek girîng dan meşandin.”

Bi taybetî derbarê rola Serok Mesûd Barzanî de, Bedîrhanoglû wiha anî ziman: “Birêz Mesûd Barzanî li Sûriyeyê rê neda ku careke din karesatek were serê Kurdan. Ev qonaxa ku em gihîştinê girîng û hêja ye û eger pêvajo hatibe vê qonaxê jî, di vê yekê de keda Birêz Mesud Barzanî mezin e.”

 
Fly Erbil Advertisment