Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin ku hikûmeta federal pirsa mûçeyan neke dozeke siyasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike ku di mijara mûçeyan de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû berpirsiyariyên xwe bi cih anîne û daxwaz ji hikûmeta federalî dike ku mijara mûçeyan neke pirsgirêkeke siyasî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Gulanê li taxa Beroşkê ya bajarê Dihokê serdana projeya Ronahî ya elektrîkê ya 24 demjimêrî ya kir. Di çarçoveya serdana xwe de, Serokwezîr di daxuyaniyekê rojnamevanî de behsa projeyê û mûçeyê meha Nîsanê yê fermanberên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hewldanên me ligel hikûmeta federalî ji bo dabînkirina mafên xelkê Herêma Kurdistanê berdewam in. Spasiya xweragirî û sebra fermanber û xelkê Herêma Kurdistanê dikim ku heta niha gelek bi sebir bûne, lê pêwîst e ew jî bizanibin ku hikûmeta federalî ye ku heta niha mûçe neşandiye.”

Tekez kir: “Di mijara mûçeyê fermanberan de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne. Em hêvîdar in hikûmeta federalî jî were pêş û ew jî erkên xwe bi cih bînin û êdî mijara mûçeyê nekin pirsgirêkeke siyasî û wek zext li dijî Herêma Kurdistanê bikar neynin. Em hêvîdar in di zûtirîn dem de mûçe bên xerckirin û em jî li bendê ne.”

Zêdetirî 45 rojan e Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê mûçeyê meha Nîsanê yê fermanberên Herêma Kurdistanê neşandiye, tevî ku zêdetirî 20 rojan e lîsteya mûçeyê wê mehê ya fermanber û mûçexwarên Herêma Kurdistanê ji roja 22-04-2025an ve, ji aliyê tîma teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ve radestî Fermangeha Jimêryariyê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal hatiye kirin.

Heman rojê, beşa xezîneya federalî ji dahata ne-petrolî ya Herêma Kurdistanê ji bo meha Adarê ya îsal, ku bi qasî 48 milyar û 205 milyon û 765 hezar dînar e, bi şêweyekî neqdî xiste ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.

 
Fly Erbil Advertisment