Mesrûr Barzanî: Heta dawiya sala bê, projeya Ronakî dê hemû gund û bajaran bigire nav xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, xelkê Herêma Kurdistanê di projeya Ronakî de, dê 24 demjimêran elektrîk wan hebe û dê kêmtir pereyê elektrîkê bidin. Herwiha got, heta dawiya sala bê, proje dê hemû gund û bajaran bigire nav xwe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Gulanê li taxa Beroşkê ya bajarê Dihokê serdana projeya Ronahî ya elektrîkê ya 24 demjimêrî ya kir. Di çarçoveya serdana xwe de, Serokwezîr di daxuyaniyekê rojnamevanî de behsa projeyê û mûçeyê meha Nîsanê yê fermanberên Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, li gorî berê, di Projeya Ronakî de, welatiyên Herêma Kurdistanê dê bibin xwediyê elektrîka 24 demjimêrî û dê ji bo elektrîkê pereyekî kêmtir bidin. Herwiha, daxwaz ji welatiyan kir ku zêdexuriyê di xerckirina elektrîkê de nekin û ligel hikûmetê hevkar bin.
Derbarê berfirehbûna Projeya Ronakî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku "heta dawiya sala 2025an, navendên bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dê bi temamî bibin xwediyê elektrîka 24 demjimêrî. Piştre heta dawiya sala bê (2026), proje dê bigihîje hemû gund û bajarokên Herêma Kurdistanê.”
Projeya Ronakî:
Projeya Ronakî, yek ji projeyên stratejîk û niştimanî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an, elektrîka bênavber û 24 demjimêrî bigihîne hemû welatiyên Herêma Kurdistanê.
Tîma Projeya Ronakî ji Kurdistan24ê re ragihand, heta îro 600 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê bûne xwediyê elektrîka 24 saetî. Hate diyarkirin ku di vê mehê de zêdetirî 500 hezar welatiyên din li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê dê sûdê ji elektrîka bênavber werbigirin û bi vê yekê hejmara giştî ya welatiyên sûdmend dê bigihîje zêdetirî milyonek kesî.
Tîmê herwiha amaje bi wê yekê kir, heta dawiya sala 2025an, navendên bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê dê bi temamî bibin xwediyê elektrîka 24 demjimêrî.
Sûdên Projeya Ronakî:
- Di Projeya Ronahiyê de welatî ji bo elektrîkê pereyekî kêmtir didin, tevî ku 24 saetan elektrîka wan heye.
- Welatî bi xwe berpirsiyarê bikaranîna elektrîka xwe ye; çiqas kêmtir bikar bînî, ewqas kêmtir pere didî.
- Paqijkirina jîngeha Kurdistanê bi rêya vemirandina jeneratorên taybet û kêmkirina qirêjiyê.
- Hikûmet biryar e zêdetir piştgiriya wan mal û yekeyên bazirganî yên biçûk bike, bi taybetî ji bo yên ku elektrîkeke kêmtir bikar tînin.