Mesrûr Barzanî: Divê berpirsên PDKê zêdetir xizmeta xelkî bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê PDKê di çarçoveya serdana xwe de li Dihokê bi Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Parêzgeha Dihokê re dicive û tekez dike ku, divê berpirsên PDKê zêdetir xizmeta xelkî bikin.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.05.2025) di çarçoveya serdana xwe de li Dihokê bi Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Parêzgeha Dihokê re civiya.
Cîgirê Serokê PDKê di wê civînê de amaje da, “PDK bi rêberiya Serok Barzanî îro mezintirîn û bihêztirîn partiya Kurdistan û Iraqê ye û xwediya dîrokeke pirî serwerî ye, lewma divê endam û kadir û alîgirên wê di asta meziniya PDKê de bin û her tim bi cemawer û hez û daxwazên rewa yên gelê Kurd re bin.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “PDK partiya hemî deverên Kurdistanê ye û xelkê Behdînanê jî gelek qurbanî pêxemetî Kurdistanê dane û li cem PDKê cihekê taybet heye, lewma divê berpirsên PDKê zêdetir xizmeta xelkî bikin.”