Rûsya: Em hêvîdar in hinardekirina petrola Kurdistanê li nêzîk bê destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Komara Rûsyaya Federalî li Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de taybet ji K24ê re ragehand ku, Rûsyayê peywendiyên gelek baş ên aborî bi Herêma Kurdistanê re hene. Hêvî jî kir ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li nêzîk bê destpêkirin.
Konsulê Giştî yê Komara Rûsyaya Federalî li Herêma Kurdistanê Maksim Robin îro (Yekşem, 11.05.2025) ji K24ê re ragehand, “Kompanî li Herêma Kurdistanê bi awayekî biserkeftî kar dikin.” Amaje jî da ku, wan peywendiyên gelek baş ên aborî bi Herêma Kurdistanê re hene.
Konsulê Giştî yê Rûsyaya hêvî jî kir ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li van nêzîkan bê destpêkirin. Herwesa ragehand ku, peywendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî çalak ber bi pêş ve diçin.
Maksim Robin amaje jî da ku, li vê dawiyê Serok Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dît, her du alî gelek ji wan civîn û danûstandinan razî bûn.
Berî hingê jî, Cîgirê Wezîrê Derve serdana Herêma Kurdistanê kiribû û danûstandinên gelek baş û bimifa bi dostên Kurd re kiribûn.