Mesrûr Barzanî: Bingehê Lalişê xizmeteka berçav bo kultûr û hunerê resen ê kurdî kiriye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.05.2025) ji ber salvegera 32ê ya damezrandina Bingehê Lalişê peyameke pîrozkirinê arasteyî Êzidiyan dike û dibêje, “Bingehê Lalişê xizmeteka berçava kultûr û hunerê resenê kurdî û dab û nerîtên Êzidiyan kiriye.”

Ev jî peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Ez salvegera 32ê ya damezrandina Bingehê Lalişê yê rewşenbîrî û cvakî, li serok û endamên desteya bilind û hemî xûşk û birayên Êzidî pîroz dikim û hîviya pêşkeftin û berdewambûnê ji bo we dixwazim.

Bingehê Lalişê xizmeteka berçav a kultûr û hunerê resen ê kurdî û dab û nerîtên civaka Êzidî kiriye û rolekê giring di bihêzkirna biratiyê û pêkvejiyana di nav pêkhateyên Kurdistanê da heye.

Damezrandina Bingehê Lalişê pîroz be û her serkeftî bin.