Nêçîrvan Barzanî: Xwehelweşandin û çekdanana PKKê rêyê ji bo diyalogeke rasteqîne vedike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 12.05.2025) di peyamekê de ragehand, “Em pêşwaziya biryara PKKê ji bo xwehelweşandin û çekandananê dikin.” Herwesa got, “Ev pêngaveke çarenivîssaz e, rêyê ji bo diyaloga rasteqîne vedike ku pêkvejiyan û seqamgiriyê li Tirkiye û seranserî deverê bihêz dike.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Em pêşwaziya biryara PKKê ji bo xwehelweşandin û çekdanan û lidûçûna banga Ocalan dikin û wekî pêngaveke çarenivîssaz dibînin, ku rûpeleke nû li deverê vedike. Ev pêngav nîşana pêgehiştina siyasî ye û rêyê ji bo diyalogeke rasteqîne vedike, ku pêkvejiyan û seqamgiriyê li Tirkiye û seranserî deverê bihêz dike.

Niha dema wê yekê ye û çavê hemiyan li wê yekê ye ku, ev pêngava giring bi pêngavên din ên erênî û pêdivî ji aliyê hemî aliyên peywendîdar ve bê bersivandin. Ev derfeteke durist û guncayî peyda dike û dibe bingeha aştiyeke herdemî û tevgir, ku dawiyê li bi dehan salan ji tundûtîjî û azar û nexweşiyan tîne û deverê ber bi asoyeke nû ya pêşkeftinê ve dibe.

Zêdebarî pesn û rêzan ji bo rolê Serok Erdogan di piştgirîkirinê û bizavên wî ji bo biserxistina vê piroseyê de, em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wekî herdem piştgiriya hemî bizavekê ji bo çarekirina nakokiyan bi awayekî aştiyane dike, û em hêvîdar in ev pêşengî bibe xala werçerxaneke yekalîker. Herwesa em amadebûna xwe bi temamî diyar dikin, ji bo berdewamiya pêşkêşkirina her alîkarî û hevkariyekê ji bo serkeftina vê derfeta dîrokî.