Berdevkê AK Partiyê: Xwehelweşandina PKKê derî li ber qonaxeke nû vedike
Omer Çelik: Em çavdêriya bicihanîna wê biryarê dikin û divê hemî rêkxistin û tayên PKKê vegire
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê ku partiya desthilatdar e li ser xwehelweşandin û çekdanana PKKê dibêje, “Ev pêngaveke giring e ber bi Tirkiyeyeke bêteror ve.”
Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê) Omer Çelîk îro (Duşem, 12.05.2025) ragehand, “Divê bicihanîna biryara xwehelweşandin û çekdananê hemî tayên Partiya Kakeran û rêkxistinên wê vegire, ev jî dibe xaleke werçerxanê di bizavên berhingarbûna terorê de.”
Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê amaje jî da, “Dezgehên hikûmeta me ji nêz ve çavdêriya vê piroseyê dikin, em dê vê qonaxê arasteyî serokê xwe bikin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro (Duşem, 12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê ragehand, ku di navbera 5 heta 7ê vê mehê de li jêr ronahiya banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan hat lidarxistin.
PKKê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gehandiye xala çarekirinê û ji vî alî ve PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongireya 12ê ya PKKê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetiya Rêber Apo (Ebdila Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKKê û bidawîanîna awayê xebata çekdariyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin.”
PKKê ron jî kiriye, “Kongireya me tevî berdewamiya şerî û êrîşên asmanî û bejahî yên berdewam di şert û mercên dijwar de bi awayekî biserkeftî bi rê ve çû. Ew kongire ji ber sedema ewlehiyê di yek demê de li dû deverên cuda hat lidarxistin. Bi tevahî jî, 232 nûner tevlî wê bû.”
Herwesa biryar e Hikûmeta Tirkiyeyê jî her îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bicive û di wê civînê de, danûstandinan li ser piroseya aştiyê û qonaxa piştî Kongireya 12ê ya PKKê bike.