Demîrtaş: PKKê biryareke dîrokî da

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, derbarê biryara dawî ya PKKê de peyamek belav kir û bal kişand ser girîngiya xebata hevpar ji bo pêşeroja Tirkiyeyê.

Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Selahattîn Demirtaş kir. Hat ragihandin ku di hevdîtina Buldan û Demirtaş de, behsa geşedanên dawî yên siyasî de hate kirin

Piştî serdanê, DEM Partiyê peyama Demirtaş li hejmara xwe ya tora civakî weşand.

Demirtaş di peyama xwe de  got: “Bi boneya encamên kongreya PKKê, em spasiya rêveberiya PKKê ya ku ev biryar girtiye, hemû kesên keda wan tê de heye, di serî de Birêz Ocalan, herwiha Birêz Serokkomar, Birêz Bahçelî, Birêz Ozel, rêveberiya DEM Partiyê, hemû serokên giştî yên partiyên siyasî, bi taybetî Birêz Ahmet Turk û Birêz Pervîn Buldan dikin. Em vê gava dîrokî wek gaveke mezin a li gorî bîranîna Sirri Bey hatiye avêtin, bi coş pêşwazî dikin.”

Demirtaş got jî: “Êdî dem dema wê ye ku em ji bo pêkhatina aştî, dewlemendî, demokrasî û azadiyan û ji bo mezinkirina Tirkiyeyê ji her alî ve, bi hevgirtin û samîmiyetê bixebitin. Bila ji bo me hemûyan bi xêr be.”

Demirtaş bi van gotinan bang li hemû aliyan kir ku ji bo pêşerojeke baştir bi hev re kar bikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment