Mezlûm Ebdî pêşwazî li biryara PKKê ya danîna çekan û xwehelweşandinê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, pêşwazî li biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya xwehelweşandinê û û bidawîkirina têkoşîna çekdarî kir.
Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de got: “Biryarên PKKê yên fesihkirina avahiya rêxistinî, bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya siyaseta demokratîk, li ser banga Serok Ocalan cihê rêzdariyê ye. PKKê di pêvajoya bihurî de, roleke dîrokî û sereke di Rojhilata Navîn de lîst.”
Herwiha Mezlûm Ebdî got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngava nû dê rê li ber pêvajoyeke siyasî û aştiyane ya nû li herêmê veke.” Ebdî hêviya xwe anî ziman ku “dê hemû aliyên têkildar gavên pêwîst biavêjin û hemû dost desteka pêwîst bidin” vê pêvajoyê.
Biryarên PKK’ê yên fesixkirina avahiya rêxistinî, bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya siyaseta demokratîk, li ser banga Serok Ocalan cihê rêzdariyê ye.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) May 12, 2025
PKK’ê di pêvajoya bihûrî de, roleke dîrokî û sereke di Rojhilata Navîn de lîst. Em di vê baweriyê de ne…
PKKê xwe Helweşand û çek danîn
Ev daxuyaniya Fermandar Ebdî piştî wê yekê hat, PKK îro, 12ê Gulana 2025an, di daxuyaniyekê de encamên kongreya xwe ya 12emîn eşkere kiribû. Di kongreyê de bi awayekî fermî biryara helweşandina PKKê, danîna çekan û bidawîanîna şerê çekdarî bi Tirkiyeyê re hatibû ragihandin.
Di daxuyaniya PKKê de hatibû destnîşankirin ku “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gihandiye xala çareserkirinê û ji vî alî ve PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye."
Daxuyaniyê wiha dom kiribû: "Li ser vê bingehê, Kongreya 12emîn a PKKê bi mebesta bicihanîn û birêvebirina proseya kiryarkî li jêr serokatiya Rêber Apo (Abdullah Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêxistinî yê PKKê û bidawîanîna şêwaza xebata çekdarî da, herwiha ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin.”