Erdogan: Biryara hilweşandina PKKê girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, berpirsên îstixbaratê û aliyên pêwendîdar bi hûrî çavdêriya proseya helweşandina PKKê dikin, da ku tu bûyereke nexwestî rû nede.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 12ê Gulanê di gotarekê de amaje bi wê yekê kir, “Îro gaveke girîng derbarê proseya Tirkiyeya bê teror hat avêtin. Biryara helweşandina PKKê girîng e.”

Serokkomarê Tirkiyeyê tekezî li ser wê yekê kir, divê biryara helweşandina PKKê bi temamî bê cîbicîkirin û hemû komên ser bi rêxistinê ve li Iraq, Sûriye û Ewropayê jî bên helweşandin.

Erdogan herwiha got: “Berpirsên îstixbaratê û aliyên pêwendîdar bi hûrî çavdêriya proseya helweşandina PKKê dikin, da ku tu bûyereke nexwestî rû nede.”

Erdogan tekez kir, Tirkiye bi bawerî ber bi armanca xwe ve gav diavêje, ku ew jî Tirkiyeyeke bê teror e. Herwiha got jî: “Em bi biryar in li ser bidawîkirina terorê û di rojên pêş de em ê agahiyên zêdetir derbarê proseyê de belav bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê spasiya hemû kesên ku piştgirî dane serxistina proseyê jî kir.

Ev daxuyaniyên Erdogan piştî wê yekê tê, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de encamên kongreya xwe ya 12emîn belav kiribû û ragihandibû ku, "Li jêr ronahiya banga Abdullah Ocalan, PKKê biryara helweşandina avahiya xwe ya rêxistinî da, herwiha biryara bidawîanîna xebata çekdarî û hemû çalakiyên ku bi navê rêxistinê tên kirin, dabû.”