Li 11 herêmên Şirnexê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
Diyarbekir (K24) – Parêzgariya Şirnexê ragihand, li 11 herêmên ser bi parêzgehê ve, di nav de hin deverên Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê, herwiha herêmên Dolê û Dêriye Zêr, ji bo dema 15 rojan wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine destnîşankirin û çûnûhatin li van deveran hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin de, hatiye gotin: "Ji bo dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî, li Herêma Çiyayê Cûdî ku dikeve nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê; Çiyayê Gabarê ku dikeve nav sînorên navçeya Basa; herwiha herêmên Dolê û Kela Memê, Dêriye Zêr ku dimînin navbera navçeyên Qilaban û Elkê yên Şirnexê, ji bo dema 15 rojan çûnûhatin li van herêman hatiye qedexekirin û wek Herêma Ewlehiya Taybet hatine destnîşankirin.”
Ev biryar ji 12ê Gulanê heta 27ê Gulana 2025an derbasdar e.