HRW: Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike sivîlan binçav dikin û fidyê ji wan distînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) îro 14ê Glanê ragihand, komên çekdar ên girêdayî "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" yên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî hikûmeta Esed şer kirine, li bakurê Sûriyê destdirêjî, girtin û şantajkirina sivîlan didomînin.

Li gorî HRW, tevî ku hewl tê dayîn ev çekdar di nav Hêzên Çekdar ên Sûriyê de bên tevlîkirin û fermandarên wan di postên sereke yên hikûmî û leşkerî de bên bicihkirin jî, gelek ji wan berê di binpêkirinên giran de cih girtine. Rêxistinê bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyê kir ku dawî li van binpêkirinên berdewam bîne, lêpirsînê bike û kesên ku doza wan a binpêkirinan heye ji nav hêzên ewlekariyê dûr bixe.

Cîgirê Rêvebera Beşa Rojhilata Navîn li HRW Adam Coogle got: “Bi hilweşîna hikûmeta Esed a ku binpêkirin dikirin, bi dehsalan kiryarên hovane yên wê hikûmetê bi dawî bûn, lê komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bêyî ku bên cezakirin, girtin, şantajkirin û êşkencekirina xelkê didomînin.”

HRW amaje bi navên hin fermandarên ku berê di binpêkirinan de cih girtine û niha di artêşa nû ya Sûriyê de xwedî postên bibandor in kir, di nav wan de: Mihemed Casim (Ebû Emşe), fermandarê "Firqeya 62"; Seyf Polad (Seyf Ebû Bekir), fermandarê "Firqeya 76"; Fehîm Îsa, Alîkarê Wezîrê Berevaniyê ji bo Karûbarên Bakur; û herî dawî, Ehmed Elhayis (Ebû Hatim Şeqra), fermandarê "Firqeya 86" li herêma rojhilat.

Rapora HRW ya ku di Sibata 2024’an de hatibû weşandin, kiryarên hovane yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di navbera salên 2018 û 2023’an de belge kiribû. Van kiryaran bi giranî Kurd û kesên girêdayî "Hêzên Sûriya Demokratîk" (HSD) kiribûn armanc.

HRW destnîşan kir, desthilatdarên Sûriyê ji binpêkirinên ku ji aliyê hêzên entegrebûyî yên di nav artêşê de tên kirin berpirsyar in, herwiha ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan û misogerkirina hesabpirsînê jî berpirsyar in. Tirkiye jî, ku hîn çavdêriya komên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike û çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk dide wan, ji binpêkirin û tawanên şer ên muhtemel ên van koman berpirsyar e.

HRW bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyê kir ku bi lezgînî artêşa xwe di bin fermandariyeke ku di bin çavdêriya sivîl de hesab bide de bike yek û pabendbûna bi pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan misoger bike. Divê gav bên avêtin ji bo pêşîgirtina li zêdetir binpêkirinan li dijî Kurdan û xelkên din li bakurê Sûriyê, serbestberdana hemû girtiyên kêfî were misogerkirin û binpêkirinên berê bi prosedurên dadwerî yên adil bên lêkolînkirin. Herwiha divê Tirkiye piştgiriya xwe ji bo fermandar û komên ku binpêkirinan dikin rawestîne û qurbaniyan qerebû bike.

Di dawiyê de, HRW daxwaz kir ku Hikûmeta Demkî şert û mercan ji bo vegera bi ewle, dilxwazî û bi rûmet a koçberan amade bike û rê bide çavdêrên serbixwe ku bigihîjin hemû navendên binçavkirinê, tevî yên ku ji aliyê komên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û hêzên Tirk ve tên birêvebirin.

 
Fly Erbil Advertisment