Miles Caggins: Mesrûr Barzanî ji bo mijara hinardekirina petrola Kurdistanê diçe Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins ji peyamnêrê K24ê li Amerîkayê Îsa Hesen re ragihand: “Armanca serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya vê mehê bo Amerîkayê, gotûbêjkirina ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî ye derbarê ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê.”

Miles Caggins di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24 de got: "Rakirina cezayên li ser Sûriyê, derfeteke nû ya jiyanê dide Sûriyan û ji bo veberhênanê jî derfetê dide kompanyayên Amerîkî.”

Naveroka hevpeyvîna K24 bi Berdevkê APIKURê Miles Caggins re: 

Kurdistan24: Hûn biryara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê ji bo veberhênana li Sûriyeyê û herêmê çawa dinirxînin?

Miles Caggins: Serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Rojhilata Navîn û çend welatên Kendavê, û rakirina cezayan derfetê dide Sûriyê ku bibe beşek ji aboriya cîhanê. Ev tişta herî girîng e ku ji bo gelê Sûriyê bê kirin, ji ber ku zêdetirî 10 salan Sûrî di bin cezayên gelek dijwar de bûn, ku rejîma berê ya Sûriyê (Beşar Esed) sedema wê bû.

Kurdistan24: Jîngeha Sûriyê ji bo kompanyayên Amerîkî çiqas guncaw e ji bo veberhênanê li Sûriyê?

Miles Caggins: Her kompanyayek li derfeta veberhênanê li Sûriyeyê dinêre, lê ev derfeteke taybet e ji bo kompanyayên Amerîkî. Amerîkayê veberhênanên mezin kirine. Di 9 salên borî de, Amerîkayê bi qasî 200 milyon dolarî veberhênan kiriye ji bo piştgirîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di şerê dijî DAIŞê de û ji bo bicihkirina zêdetirî 10 hezar zarok û jinên DAIŞê li Kampa Holê. Ji bilî veberhênana serbazî, Amerîkayê bi bihayê 40 milyar dolarî veberhênan di warê mirovî de kiriye, li Kobanê, Hesekê û Dêrezorê. Amerîkayê bi rêya Wezareta Derve alîkariya wan deveran kiriye. Niha derfeta veberhênanê ji bo Amerîkayê li Sûriyeyê heye da ku kompanya alîkariya bazirganiya Sûriyeyê bikin.

Kurdistan24: We îro di civîna xwe ya li Wezareta Derve de behsa ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê kir?

Miles Caggins: Ew pirsgirêka me ya sereke ye. Pêwendiyên me ligel Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Sê endamên me (APIKUR) kompanyayên Amerîkî ne. Amerîka jî piştgiriyê dide wê yekê ku boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ber bi bendera Ceyhanê ve ji nû ve bê vekirin.
Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê, armanc jê gotûbêjkirina ligel berpirsên pilebilind ên Amerîkayê ye ji bo ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê. Tîmek ji Wezareta Derve ya Amerîkayê, Hikûmeta Federal, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirinê kar dikin.

 
Fly Erbil Advertisment