DEM Partî derbarê zimanê Kurdî de pêşniyazyasayek pêşkêşî parlementoyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Her sal roja 15ê Gulanê wekî "Roja Zimanê Kurdî" tê bibîranîn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, vê bîranên bi çalakiyên curbecur pîroz dikin.

Di vê çarçoveyê de, parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn, pêşniyazyasayek pêşkêşî parlamentoya Tirkiyeyê kir ku de tê gotin: "Di sala 2006an de, roja 15ê Gulanê ji aliyê gelê Kurd ve wekî Roja Zimanê Kurdî hat naskirin û divê Tirkiye jî vê yekê bi fermî qebûl bike û wekî cejneke neteweyî ragihîne."

Parlamenterê DEM Partiyê herwiha destnîşan kiriye ku "fermîkirina Roja Zimanê Kurdî, dê bibe nîşaneke ji bo guhertina dewletê ber bi rêbazeke wekhevîxwaz û piralî ve li hember welatiyên xwe û serwet û samanên wan ên çandî."

Roja 15ê Gulana 1932an, Mîr Celadet Elî Bedirxan û komek rewşenbîrên Kurd yekem hejmara kovara Kurdî "Hawar" li Şamê derxistin. Ji ber vê yekê, roja 15ê Gulanê her sal wekî Roja Zimanê Kurdî hatiye ragihandin.