Dîndar Zêbarî li Cinêvê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyî bazirganiya bi mirovan bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema nîqaşkirina raportên Peymana Mafên Zarokan de li Koçka Wilsonê li Cinêvê got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyî bazirganiya bi mirovan bûye.”
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) li Koçka Wilsonê li Cinêvê tevlî nîqaşkirina raportên Peymana Mafên Zarokan bû û raporta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser mafên mirovan û mafên zarokan li Herêma Kurdistanê xwend.
Li gorî wê raportê jî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê li Nîsana 2023ê "Siyaseta parastina zarokan pejirandiye, ku armanca parastine zarokan ji hemî rengên tundûtîjî, destdirêjî û paşguhkirinê ye."
Li ser asta dadweriya girêdayî ciwanan jî, jiyê berpirsiyariya sûcan ji bo 11 salan hatiye bilindkirin û bicihanîna sizayê sêdaredanê li ser zarokan hatiye qedexekirin.
Dîndar Zêbarî di derheqa kesên di bin 18 saliyê de ne û bi komên çekdar ve girêdayî ne got, "Wekî qurbanî serederî bi wan re tê kirin, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan lîstek amade kiriye ku zêdetirî 100 zarokên windabûyî yên Helebçeyê vedigire, ji sala 1988ê bi merema eşkerekirina çaenivîsa wan.”
Navbirî di derheqa tevlîkirina sêwîyan de jî got, “Di çarçoveya bizavên dabînkirina cihê manê de, hikûmetê 20 hezar yekîneyên akincîbûnê ji bo kesên kêmdahat terxan kirine, ji wan jî yên ku sêwî ne û jiyê wan digehe 18 saliyê, da ku heta jiyê 24ê saliyê li wir bijîn.”
Di warê perwerdeyê de jî, di çarçoveya bernameya Vegera ji bo Xwandinê de 33 hezar û 271 zarok ji bo xwandinê hatine vegerandin.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa zewaca keçên di bin jiyê qanûnî de jî got, “Di çarçoveya berhingarbûna zewaca keçên di bin jiyê qanûnî de, dadgehan berê xwe daye 313 dozan, ku piraniya wan li kampên awareyan bûn, tîmên meydanî ji bo lêkolîn û tedbîrên qanûnî hatine pêkanîn.”
Dîndar Zêbarî eşkere jî kir ku, ji bo berhingarbûna bazirganîkirina bi mirovan jî kampanyayeke neteweyî hatiye destpêkirin, bi vî awayî serdana 223 kompaniyan hatiye kirin, 15 doz ji dadgehê re hatine şandin, 79 kes hatine girtin û 12 ji wan hatine sizadan.
Navbirî amaje jî da ku, Herêma Kurdistanê mêvandariya zêdetirî 865hezar aware û penaberan kiriye û hikûmet %80ê ya pêdiviyên wan ên bingehîn dabîn dike.