Rêyên Sûrê bi helbestên Kurdî hatin xemilandin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Di Roja Cejna Zimanê Kurdî de, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helbestên helbestvanên Kurd li ser rêyan danîn da ku bala raya giştî bo zimanê kurdî were kêşan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helbestên helbestvanên Kurd ên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Xasî û Siyapûş li ser rêyan danîn da ku di warê xwedîlêderketina zimanê Kurdî de hişmendiyek peyda bibe.

Helbestên Kurdî li navçeya Sûrê li ser cadeya Gaziyê hatine nexşkirin û her 25 metreyan helbestek hatiye danîn.

Gerînendeyê Parastin û Pêşxistina Ziman ê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Tahîr Baykûşak amaje kir ku, ew dixwazin bi xemilandina cadeyên Sûrê bi helbestên Kurdî geştiyarên ku tên nav Sûrê jî zimanê kurdî bibînin û binasin, da ku danasîna çand û zimanê kurdî jî were kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment