Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê: Operasyonên me li dijî PKKê berdewam dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê amajeyê dide ku, artêşa Tirkiyeyê li ser operasyonên li dijî PKKê berdewam dibe. Herwesa dibêje ku, ew dixwazin piştrast bibin ku ew dever ji şerkerên PKKê hatine paqijkirin.

Şêwirmend û Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk îro (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) ragehand ku, artêşa Tirkiyeyê li ser operasyonên xwe yên li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) berdewam dibe heta piştrast bibe ku, dever ji çekdarên PKKê hatiye paqijkirin û êdî ji bo ewlehiya Tirkiyeyê ne gef in.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê herwesa got, ew çalakî girêdayî lêgerînên bejahî, dîtin û wêrankirina şikeft û penagehên PKKê û teqandin û pûçkirina mîn û bombeyên çandî ne.

Herwesa li gorî çavkaniyekê ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê, ragehandina PKKê ji bo xwehilweşandinê çi tiştek ji artêşa Tirkiyeyê neguhertiye.

Wê çavkaniyê herwesa got, “PKKê biryar daye ku xwe hilweşîne, lê divê Tirkiye hişiyar be, ji ber ku hin kes di nav PKKê de ji wê biryarê nerazî ne û dibe ku şerî li dijî artêşa Tirkiyeyê bikin.”

Çavkaniya jêgotî ron jî kir, ew tekez dikin ku divê ew biryar bêyî derengmayînê bê bicihanîn, bi dezgehên peywendîdar re bi hestyarî û hişyarî berdewamiyê didin wê pêvajoyê û ji nêz ve çavdêriya bicihanîna wê biryarê dikin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12ê Gulana 2025ê) encamên kongreya xwe ya 12ê eşkere kirin û ragehand ku li ser banga Ocalan, PKKê biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna çekdarî bidawî bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment