Wezîrên derve yên Sûriye, Amerîka û Tirkiyeyê behsa rakirina sizayên li ser Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Sûriyeyê naveroka civîna sêalî ya di navbera wezîrên derve yên Sûriye, Amerîka û Tirkiyeyê de, ku li Antalyayê hat kirin, eşkere dike.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê îro (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) ragihand, “Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro di çarçoveya civîna wezîrên derve yên Hevpeymaniya Atlantîkê li Antalyayê de civîneke sêalî kir.”
Wezareta Derve ya Sûriyeyê amaje jî da, “Şeybanî di wê civînê de hûrgiliyên rakirina sizayên li ser Sûriyeyê, baştirkirina têkiliyan bi Amerîkayê re û avakirina têkiliyeke stratejîk di navbera Şam û Waşintonê de bi Robio re nîqaş kirine.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêr (Sêşem, 13ê Gulana 2025ê) di gotarekê de ragihand ku, li ser daxwaza Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman biryar daye ku hemî sizayên li ser Sûriyeyê rake.