Mesrûr Barzanî: Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawan xwediya dîrokeke pirî şanazî ye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Sikirtêr û Mekteba Sikirtariyê ya Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê dike, herwesa hêvîdar e ku ev rêxistin wek herdem piştevaniya pirs û destkeftiyên neteweyî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bike.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî şevêdî (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) peyameke pîrozkirinê ji Sikirtêr û Sikirtariya Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê re şand, ji ber serkeftina kongreya wan, û tê de daxwaza zêdetir serkeftinê û pêşkeftinê ji wan re kir.

Mesrûr Barzani amaje jî da ku, Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê xwediya dîrokeke pirî şanazî ye, ji têkoşîna rêxistinî û parastina maf û daxwazên xwendekar û ciwanan û têkoşîna neteweyî û niştîmanî.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herwesa hêvî kir ku, ev rêxistin di vê qonaxa nû de bi awayekî pêşkeftîtir û bi rêya zanist û hizira dahênerane zêdetir ji bo pêşxistina bizav û şiyanên xwendekar û ciwanên Kurdistanê bixebite û wekî herdem piştevaniya pirs û destkeftiyên neteweyî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bike.

 
Fly Erbil Advertisment