Sûriye amade ye ku termê Elî Cohen vegerîne Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de roja Înê, 16ê Gulana 2025an, hatin weşandin, berpirsên payebilind ên hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi awayekî nehênî serdana Îsraîlê kirine. Hat ragihandin ku armanca sereke ya serdanê ew bûye ku baweriya aliyê Îsraîlî bi dest bixin û ji bo vê yekê jî destpêşxeriyeke girîng pêşkêş kirine.

Rojnameya Îsraîlî "Maariv", ji zarê çend çavkaniyan ragihand, berpirsên payebilind ên hikûmeta nû ya Sûriyeyê serdana Tel Avîvê kirine û hevdîtinên rasterast bi berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlî re pêk anîne. Li gorî rojnameyê, encamên van hevdîtinan erênî bûne.

Rojnameyê eşkere kir, şanda Sûrî ji rayedarên Îsraîlî re ragihandiye ku ew ê hewl bidin termê sîxurê navdar ê Îsraîlî Elî Kohen bibînin. Ev pêşniyar, li gorî rojnameyê, ji aliyê berpirsên Îsraîlî ve wek gaveke erênî û sosret hatiye pêşwazîkirin û ew matmayî hiştine.

Kohen di nîva salên şêstan ên sedsala borî de ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve bi tawana sîxuriyê hatibû bidarvekirin. 

Rojnameya "Haaretz" a Îsraîlî jî piştrast kir, serdana berpirsên Sûrî bi navbeynkariya Qeterê pêk hatiye. Li gorî wê rojnameyê, armanca bingehîn a van hevdîtin û civînan di serî de ji bo "nasîna hevdu" bûye, bi mebesta avakirina navendek ji bo danûstandina name û peyaman û herwiha ji bo rêgirtina li berfirehbûna aloziyên li herêmê.

Amaje bi wê jî kir, her çiqas aliyê Sûrî di vê pêngavê de ciddî xuya dike jî, Îsraîl hîn jî bi şik û guman li destpêşxeriyên rêveberiya nû ya Sûriyeyê dinêre.