Nêçîrvan Barzanî beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî ya Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo beşdarbûna civîna Komkara Welatên Erebî gihişte paytexta Iraqê.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro 17ê Gulanê ragihand, ev serdan li ser vexwendina fermî ya Sûdanî ye. Şehab herwiha da zanîn ku ev vexwendin "dubarekirina amadeyiya karîger a Nêçîrvan Barzanî di hevkêşeyên navçeyê de ye, herwiha nîşana amadeyî û pêgeha Herêma Kurdistanê ye di qadên dewleta federal de."
Lûtkeya Welatên Erebî îro 17ê Gulana 2025an, li Bexdayê bi amadebûna beşek ji serok û şandeyên welatên Erebî û navdewletî dest pê kir.
Di lûtkeyê de tê payîn ku gotûbêj li ser pirsa Xezzeyê, Sûriyê, Libnanê û Yemenê bên kirin.