Serok Barzanî piştgiriya xwe bo Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li gel Sekreter û endamên Nivîsîngeha Sekreteriyê ya Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê civiya û hemî piştgiriya xwe ji bo girîngîdana bi hesta neteweyî û welatparêziyê tekez kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 18ê Gulana 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya sekreter û endamên Sekreteriya Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di wê civînê de serkeftina kongreya yekîtîya navbirî pîroz kir û ragehand, “Ev kongre gelek cuda bû, ji destpêkê ve karûbarên wê gelek baş bi rê ve çûn û ez destxweşiyê li serperiştên wê kongreyê dikim.”

Serok Barzanî hemî piştevanî û piştgiriya xwe ji bo Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê tekez kir û li ser girîngîdana bi hestên neteweyî û welatparêzî û parastina nirxên bilind ên Kurdîniyê, rêzgirtina li jinan û pêşxistina wan bo nav qada rêxistinî û giringîdana bi texên xwendekar û ciwanan şîretên pêdivî kirin.

Serok Barzanî herwesa bal kişand ser çend westgehên dîrokî yên xebat û qurbanîdana xwendekar û ciwanan di nav rêzên şoreşên Îlon û Gulanê de û heta roja îro.

 
Fly Erbil Advertisment