Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê tekez li ser xwesteka herdu aliyan ji bo pêşxistina têkiliyan bi awayekî ku xizmeta tenahî û berjewendiyên hevpar ên Îran û Iraqê tevî Herêma Kurdistanê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 18ê Gulana 2025ê) li Tehranê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî civiya û pê re danûstandin li ser têkiliyên dualî û çawaniya pêşxistina hevkariyê di warên cuda cuda de kirin.
Li gorî ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herdu aliyan pesnê têkiliyên dêrîn ên navbera Îran û Herêma Kurdistanê da û tekez li ser xwesteka dualî ji bo pêşxistina têkiliyan kir, bi awayekî ku xizmeta tenahî û berjewendiyên hevpar ên Îran û Iraqê tevî Herêma Kurdistanê bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye ku, gengeşekirina rewşa deverê bi awayekî giştî jî tewerekî din ê wê hevdîtinê bû, tê de jî tekez li ser girîngiya diyalogê ji bo dûrixstina deverê ji arêşe û aloziyan kir.