Bi beşdariya şêwekarên Kurd Pêşangeha hunêrî "Pencereyên Rojhilatî" li Almanya bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya Mîhrîcana Bîranîna Şewitandina Pirtûkan a sala 1933an de, bi duruşmeya “Bîranîn” pêşangeheke hunerî ya bi navê "Pencereyên Rojhilatî" hat vekirin.
Pêşangeh ji 16ê Gulanê heta 18ê Gulana 2025an li Mala Welatiyan (Bürgerhaus Maikammer) li bajarê Maikammer ê Elmanyayê ji bo hezkiriyên hunerê hat vekirin.
Di pêşangehê de dê berhemên pênc hunermendên Kurd û Rojhilatî bên nîşandan: Sirûr Elûnî, Ebdulrehîm Hisên (Rehîmo), Mihemed Elî Mûsa, Şêlan Îbrahîm û Xelîl Hemsork.
Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar, ev pêşangeh wek pencereyeke dîtbarî ya Rojhilatî ye ku ronahiyê dide ser ezmûnên kesane û komî, û bi rêya wêne û îfadeya hunerî rabirdûyê bi îro ve girêdide.
Armanc ji lidarxistina pêşangehê ew e ku bi rêya hunerê, bûyerên dîrokî yên bi êş ên wekî şewitandina pirtûkan bêne bibîranîn û hişyarî ji bo nifşên îro û paşerojê bê dayîn.
Di serdema Naziyan de, êvara 10ê Gulana 1933an de, nêzîkî 70 hezar kes li yek ji qadên Berlînê kom bûn û komeke xwendekaran zêdetirî 20 hezar pirtûk veguhastin û li ber çavên herkesî şewitandin. Ev bûyer wek semboleke tarî ya tepeserkirina fikir û azadiyê di dîroka mirovahiyê de tê bibîranîn.