Barbara Leaf: Di berjewendiya Amerîkayê de ye ku Herêma Kurdistanê bihêz be

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkara Berê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf ji K24ê re ragihand, Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê ya bihêz di nava Iraqeke federal de hebe û got, serdana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê di vê demê de gelek girîng e.
Barbara Leaf îro 19ê Gulanê derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê ji K24ê re axivî û got: "Ez kêfxweş im ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ber bi başiyê ve diçin û peyman û girêbest tên îmzekirin. Niha ev rêkeftin û girêbest di vê demê de gelek girîng in."
Derbarê xwesteka Amerîkayê ji bo herêmeke bihêz a aborî, Leaf diyar kir: "Bilindbûna nirxê petrolê cihê nîgeraniyê ye. Amerîka dixwaze bazara enerjiyê aramtir be ku ev di berjewendiya Kurdistanê de ye. Ew girêbesta enerjiyê ya Amerîka û Kurdistanê, di berjewendiya Amerîka û Kurdistanê û aramiya asayişê de ye li tevahiya cîhanê." Herwiha got, ew girêbest pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê dibin qonaxeke din.
Barbara Leaf amaje bi wê yekê kir, hin pirsgirêkên siyasî û yasayî bûne sedema rawestandina petrola Kurdistanê û rêveberiya Biden ligel hikûmeta Kurdistanê û Iraqê di vî warî de kar kiriye ji bo ku hinardekirina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.
Derbarê serdana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê de, Barbara Leaf got: "Armanca serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê ew e ku dixwaze berjewendiyên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê berfirehtir bike, ji ber vê yekê serdana wî gelek girîng e."
Herwiha got: "Berjewendiyên me li Iraqê hêj mane, tevî ku leşkerên me di sala 2011an de ji Iraqê vekişiyan. Rêveberiyên Amerîkayê amaje bi wê yekê kirine ku vekişandina leşkeran nayê wê wateyê ku berjewendî bi dawî bûne, belkû dibe ku bi şêwazên din ew pêwendî berfirehtir bibin. Berjewendiyên aborî û siyasî bi hev re rê dikin."
Leaf amaje bi wê yekê jî kir, Donald Trump dixwaze berjewendiyên Amerîkayê biparêze û pêwîst e hêzên Iraqê û Pêşmerge xwedî wê şiyanê bin ku rûbirûyî terorê bibin.
Alîkara Berê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: "Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dîrokî ne û kesin li Washingtonê hene ku hez dikin ew pêwendî bimîne û pêş bikeve."
Herwiha got: "Hêza Pêşmerge bi qehremanî li dijî teror û DAIŞê şer kir û tevahiya cîhanê parast. Vê yekê pêwendî bihêztir kir. Pêşmerge ne tenê hêzeke ku parêzvaniya asayişa Kurdistanê dike ye, belkû bûne hêzek ji bo parastina asayişa cîhanê. Ji ber vê yekê kompanî û veberhêner hatine herêmê û Herêma Kurdistanê."
Vekirina konsulxaneya herî mezin li Herêma Kurdistanê pirseke din a girîng bû ku Barbara Leaf behsa wê kir û got: "Vekirina konsulxaneya herî mezin li Herêma Kurdistanê tê wê wateyê ku mebesta Amerîkayê ew e ku aramî, xweşguzeranî û asayiş li Herêma Kurdistanê hebe, ji ber ku berjewendiya wê di vê yekê de heye."
Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û hewlên hikûmeta Iraqê ji bo bêhêzkirina Kurdistanê, Barbara Leaf got: "Em bawer dikin ku di berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye ku Herêma Kurdistanê, herêmeke bihêz be di nava Iraqeke federal de. Di berjewendiya Amerîkayê de ye ku Herêma Kurdistanê ya bihêz li navçeyê hebe."