Ji Sala 2008an ve termên 1700 kurdan ji gorên bikomî hatine derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Şehîdan a Iraqê ragihand, ji sala 2008an heta niha, termên 1700 Kurdan ji gorên bikomî yên li deverên cuda yên Iraqê hatine derxistin. 

Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Ebdulîlah Naîlî di daxuyaniyekê de ragihand, Fermangeha Parastin û Karûbarên Gorên bikomî ya ser bi Dezgeha Şehîdan ve, ji sala 2008an heta niha 30 gorên bikomî yên ku tê de qurbaniyên Kurd hebûn, vekirine. Naîlî diyar kir ku "hejmara termên ku hatine derxistin gihiştiye 1700."

Naîlî herwiha bal kişand ser pirsgirêkên ku di proseya naskirina nasnameyên qurbaniyan de derdikevin û got: "Fermangeh di destnîşankirina nasnameyan de, bi pirsgirêkeke mezin re rûbirû dimîne. Ji ber ku piraniya malbatên şehîdan yan wefat kirine, yan jî koçber bûne û çûne derveyî welat, herwiha kes hene ku ti agahî li ser cihê niştecihbûna wan nîne."

Derbarê planên pêşerojê de, Serokê Dezgeha Şehîdan eşkere kir: "Dezgeha Şehîdan plan dike ku hejmarek rêveberiyan veke, ku yek ji wan taybet be bi karûbarên Kurdan. Armanc ew e ku bi rêya van rêveberiyan hemahengiyê ligel Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê bike." 

Naîlî herwiha da zanîn, "em ê tomareke niştimanî ji bo kesên windabûyî damezrînin, ku dê hemû navnîşan û navên qurbaniyên ji hemû neteweyan ku di goran de hatine dîtin, li xwe bigire."

 
Fly Erbil Advertisment