Serokwezîr Mesrûr Bzrzanî bi Angus King û James Lankford re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşintonê bi her du senatorên Amerîkayî Angus King û James Lankford, endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê, re dicive û li ser peymanên enerjiyê yên ku li Waşintonê hatine îmzekirin diaxivin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li Waşintonê bi her senatorên amerîkayî Angus King û James Lankford, endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê, re civiya.
Her du senatoran kêfxweşiya xwe ji bo serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê nîşan da, herwesa rola qehremanane ya hêzên Pêşmergeyan li dijî DAIŞê û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de jî pesinandin.
Di pareke din a wê civînê de, behsa peymanên warê enerjiyê jî hat kirin, ku li Waşintonê hatine îmzekirin. Amaje jî hat dan ku, ev peyman bibin sedema pêşketina aborî, ne tenê li Herêma Kurdistanê belkî li tevahiya Îraqê.